Îlon 19, 2022 19:01 Asia/Tehran
  • Mosko amade ye derbarê Sûriyê bi Waşîngtonê ra bişêwire

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê qala amadetiya Moskoyê ji bo şêwirîna digel Amerîkayê derbarê Sûriyê kir.

Li gorî rapora YJC'yê, Mîxaîl Bogdanov, Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Duşemiyê ragihand: Mosko ji bo şêwirîna bi Amerîkayê ra li ser mijara Sûriyê amade ye.

Bogdanov her wiha got: Dibe ku hin têkilî (digel Waşîngtonê) di hêlên leşkerî da hebin û em hertim amadeyî têkiliyên wiha ne.

Artêşa Sûriyê di 24 saetên derbasbûyî da zêde ji 100 erebeyên hilgira alavên lojestîkî û giran derbasî baregehên xwe li meydanên neftê yên Sûriyê kirine.

Baregeha herî mezin a Amerîkayê li kêleka meydana neftê ya El-Umerê li rojhilatê parêzgeha Dêrazorê ye. Ev meydana herî neftê ya herî mezin li Sûriyê ye.

Dagirkerên amerîkî di çend salên dawî da çavkaniyên neftê yên Sûriyê talan kirine.

Serepeyv