Îlon 19, 2022 14:23 Asia/Tehran
  • Tacîkistanê êrîşên artêşa Qirqîzistanê wek destdirêjî bi nav kir

Wezareta karên derve ya Tacîkistanê êrîşên artêşa Qirqîzistanê li ser bajarok, dibistan û binesaziyên ser sînorê wî welatî wek destdirêjî bi nav kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta karên derve ya Tacîkistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Artêşa Qirqîzistanê bi çekên giran qereqqola hêzên sînorî ya KOmîteya dewletî ya Ewlehiya neteweyî ya Tacîkistanê navçeya Cemaet Varoxa bajarê Esfereyê gulebaran kir ku ev yek kiryareke destdirêjkerane ye.

Di dewama daxuyaniyê da hatiye, roja 14ê Îlonê derdem piştî ragihandina agirbesê, hêzên Qirqîzistanê bi çekên giran êrîşî ser bajarokên Lenger û Sarî Bizûrê û avahiya xwendingeha bilind a 47an a Çûrkûhê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Qirqîzistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kuştiyên vî welatî di pevçûna sînorî digel Tacîkistanê gihîştiye 59 kesî.

Serepeyv