Îlon 18, 2022 16:17 Asia/Tehran
  • Zelensky: Ez niha dawî li şerê bi Rûsyayê re nabînim

Serokê Ukraynayê got ku hîn zû ye ku mirov bibêje şerê bi Rûsyayê re ber bi dawîbûnê ve diçe.

Roja Înê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çarçoveya civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê de bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî re civiya û ragihand ku Rûsya dê her tiştî bike ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê, lê aliyê Ukraynayê danûstandin red kir û gotiye ku ew dixwazin pê bikaranîna hêzê armancên xwe bi dest xin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya ajansa nûçeyan a IRNA`yê, Volodîmîr Zelenskî serokomarê Ukraynayê li gotûbêja bi ajansa Reutersê re got: Tevî serkeftinên hêzên me di meha buhurî de li eniyên şer, hîn zû ye ku em bibêjin ku şer ber bi dawiyê ve diçe û ez niha dawî ji şerê bi Rûsyayê re nabînim."

"Zelensky" îtîraf kir ku encamên şerê bi Rûsyayê re, ku niha di meha xwe ya heftan de derbas dibe, girêdayî bi şandina bilez a çekên biyanî bo wî welatî ye.

Serokomarê Ukraynayê, roja çarşemiya borî, di serdana xwe ya bo bajarê "Izium"ê li bakurê rojhilatê Ukraynayê, dubare daxwaza xwe ji welatên rojava û welatên din  xwest çek û sîlahên zêdetir bişînin Ukraynayê.

Serepeyv