Îlon 16, 2022 09:26 Asia/Tehran
  • 71 leşkerên Komara Azerbaycanê hatine kuştin

Di gera dawî ya aloziyên di navbera Êrîvan û Bakûyê de, ku ji dehsaliya 1980’an ve li ser herêma Nagorno Qerebaxê nakok in, êvara Duşemê di navbera hêzên her du aliyan de pevçûnên mezin derketin.

Êrîvan û Bakû her yek bi binpêkirina agirbesta lihevkirî ya ku bi navbeynkariya Rûsyayê hatiye kirin, hevdu sûcdar dikin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezareta Parastinê ya Komara Azerbaycanê di daxuyaniyekê de ev nûçe eşkere kir û destnîşan kir ku bi destpêkirina şer û pevçûnên ji aliyê artêşa Ermenîstanê ve di 12’ê Îlonê de li Daş Kesend, Laçîn û Kelbcer Zenglanê, wêrankirineke berfireh li vê herêmê pêk hatiye. 

Di vê daxuyaniyê de hatiye: 50 hêzên çekdar ên Komara Azerbaycanê ji wan 42 leşkerên Artêşê û 8 jî ji hêzên parastina sînor hatine kuştin û bi berdewamiya şer û pevçûnan 21 kesên din jî li hejmara kuştiyan zêde bûne û heta niha bi giştî 71 kesan jiyana xwe ji dest dane .

Ermenîstanê jî ragihand ku di van pevçûnan de heta niha 105 leşkerên vî welatî hatine kuştin.

Serepeyv