Pevçûnên li ser sînorê Ermenistan û Komara Azerbaycanê didomin; derdora 100 leşkerên du aliyan hatine kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand, hêzên artêşa Komara Azerbaycanê careke din êrîşî navçeyên sînorî yên vî welatî kir.
Di dora nû ya rageşiya navbera Yêrîvan û Bakûyê li Qefqaza Başûr da li ser navçeyên kêşeliser ên Qerebaxê, êvara Duşemioyê pevçûnên berfireh navbera hêzên du aliyan li ser sînorên wan qewimî û nêzikî 100 hêzên çekdar ên du aliyan hatin kuştin.
Li gorî rapora RIA Novosti'yê, Aram Torosyan, berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand ku rewş li navçeyên sînorî hema wisa aloz e û berbanga Çarşemiyê hêzên Komara Azerbaycanê bi dronên şêrr û topxaneyê careke din ev navçe dane ber êrîşê.
Tûrûsiyan ti amajey bi hûrgiliyên van êrîşan nekiriye.
Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê ragihand ku di pevçûnên sînorî da herî kêm 49 leşkerên Ermenistanê hatine kuştin.
Wezareta Berevaniya ya Komara Azerbaycanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama gurrbûna kêşeyan li ser sînorê Ermenistanê da, 50 leşkerên vî welatî hatine kuştin.