Şer û pevçûnên nû navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê
Li ser sînorê Komara Azerbeycan û Ermenistanê di navbera yekîneyên leşkerî yên her du welatan de pevçûnên dijwar derketin. Serokwezîrê Ermensitanê, Azerbaycanê bi encamdana êrîşê tohmetbar dike. Komara Azerbaycanê jî Ermenistan bi pêkanîna provokasyonan li nêzîk navçên li ser sînorê xwe tohmetbar dike.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê îro Sêşembê di daxuyaniyekê de ragihand, "Roja Sêşemê saet di 00:05an de bi dema Yerîvanê, Komara Azerbeycanê bi top û çekên giran li dijî çeperên artêşa Ermenistanê yên li ser bajarên Gorîs, Kapan û Jermukê bombebaraneke dijwar pêk anî."
Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku Komara Azerbaycanê di êrîşa îro de dron jî bikar aniye.
Ermenistan, Komara Azerbaycanê bi destpêkirina êrîşê tohmetbar kir û diyar kir, êrîşa îro provokasyonek mezin e li dijî wan.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan got, ji ber ku Baku naxwaze li ser statuya Nagorno Qerebaxê, navçeyek ku di hundurê Azerbeycanê de ye lê bi giranî etnîka ermenî lê niştecî ye, danûstandinan bike, dest bi êrîşa li ser axa Ermenistanê kiriye.
Li gorî medyaya Rûsî, Paşiniyan di axaftina xwe ya li parlemanê de got, "Tundiya şer kêm bûye, lê ji aliyê Azerbeycanê ve êrîşên yek an du eniyan berdewam dikin."
Serowezîrê Ermenistanê Nikol Pashiniyan herwiha da xuyakirin ku di encama êrîşa Komara Azerbaycanê de 49 serbazên Ermenî hatine kuştin.
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Komara Azerbaycanê jî derbarê alozî û pevçûnên îro de daxuyaniyek weşand û tê de Ermenistan bi pêkanîna provokasyonên mezin li nêzîk navçeyên Daşkesen, Kelbajar û Laçînê yên li ser sînorê Komara Azerbaycanê tohmetbar kir.