Îlon 13, 2022 10:27 Asia/Tehran
  • Neteweyên Yekbûyî: Li cîhanê hejmara qurbaniyên birçîbûnê 10 qat zêde bûye

Rayedarekî payebilind ê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku hejmara qurbaniyên birçîbûnê li cîhanê li gorî 5 salên dawî 10 qat zêde bûye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Martin Griffiths serokê Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja duşemiyê li gorî dema herêmî li bara belavbûna birçîbûn û xelayê li cîhanê hişyarî da û got: Li navçeyên ku rewşa wan giran e û li ber bandora nebûna ewlehiya xwarinê ne, me gelek dem ji dest dane."

Griffiths, ku di civîna Neteweyên Yekbûyî de li ser têkoşîna li dijî ewlehiya xwarinê û pêşîlêgirtina birçîbûnê axivî, got: "Ji bo metirsiyên heyî em niha bi milyarek dolaran hewce ne."

Griffiths hişyarî da ku metirsiya birçîbûnê ya li Somalî ya sala 2011ê tîne bîra mirov û wiha got: "Li gelek herêmên cîhanê, hewldanên me yên ji bo têkoşîna li dijî ewlehiya xwarinê têk çûn."

Berî niha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihandibû ku li Etiyopya, Yemen, Sûdana Başûr, Somalî û Efxanistanê 750 hezar kes bi birçîbûn û mirinê re rû bi rû ne.

Derbarê bêewlehiya xwarinê li cîhanê, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî got: Em bûne şahidê zêdebûna birçîbûna cîhanî ku ev çend dehsalî pêşketinên di vî warî de berovajî kiriye.

Serepeyv