Îlon 12, 2022 17:16 Asia/Tehran
  • Rûsiye rewşa niha ya

Alîkarê Wezareta karên derve ya Rûsiyê got: Rewşa niha ya karûbarên "Peymana Xwarekê" nikare were hemilandin.

Alexander Grushko, Alîkarê Wezareta karên derve ya Rûsiyê got: Peymana veguhestina dexl û dana Ukraynê bo derve heta 120 rojan bi hitbar e. Wî got, eger pêwîst be, ev peyman dikare were guhertin.

Vî rayedarê ûris got, Cihanîna vê lihevkirinê nîşan dide ku careke din şirîkên me yên ewropî şêwazeke ne-edlane girtiye ber xwe. Eger hûn bala xwe bidin ser rêgehên ku keştiyên hilgira dex û danê derbas dikin, sedî 87ê wan naçin
welatên belengaz (ku xetera cidî ya xela û birçîtiyê li wan heye), belkî berê xwe didin welatên Yekîtiya Ewropayê û welatên din ku tûşî xelayê nînin. Her wiha, biryarên ku li Yekîtiya Ewropayê derbarê rakirina boykotan tên dayîn,
aşkira nîşan didin ku vê yekîtiyê dil tune ku li gorî têgihîştinnameyên ku li Stenbolê hatin wajokirin, tev bigere.

Grushko got: Yekîtiya Ewropayê tenê ji bo gihîştina berhemên çandiniyê bo welatên ewropî sînordariyan kêm dike.

Serepeyv