Ji ber lehiya li Pakistanê jimara kesên ku mirin derket 1314an
Îlon 06, 2022 08:29 Asia/Tehran
Li Pakistanê ji 14ê Hezîranê vir va baranên musonê dibarin û jimara kesên ku ji ber baranan mirin, derket 1314an.
Li gor daneyên Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) ji 14ê Hezîranê vir va ji ber baranên musonê 458 jê zarok, 262 jê jin bi tevahî 1314 kes mirin, 12 hezar û 703 kes birîndar bûn.
Ji ber baranan milyonek û 682 hezar û 726 mal tûşî xisarê bûn, ji van 557 hezar û 891 bi temamî xerab bûn.
Bi tevahî 5 hezar û 735 kîlomêtre rê, 246 pire û 173 kargeh xerab bûn, 750 hezar û 405 heywan telef bûn.
Tesîra lehî û baranê li ser 33,4 milyon kesî çêbû û 631 hezar û 824 kes di konan da dijîn.