Îlon 03, 2022 08:40 Asia/Tehran
  • Google'ê tora civakî ya Trump li Play Store'ê asteng kir

Google'ê tora civakî ya Donald Trump serokomarê Amerîkayê yê berê ya bi navê Truth Social li Google Play'ê asteng kiriye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Li gorî ragihandina Google'ê, "Truth Social"ê siyasetên vê kompaniyê yê têkildarî qedexebûna gefên fîzîkî û handana bo tundûtûjiyê binpê kirine.

Pêştir Facebookê li pey nearamiyên 6ê Çileya 2021ê li Waşîngtonê û êrîşa alîgirên Trump li ser avahiya Kongreya Amerîkayê, ji ber nîgeraniya ji giranbûna tundiyê, bikaranîna wî ya hesabên Facebook û Înstagramê heta heyameke nediyar asteng kir.

Ji bilî Facebookê, Twitter û SnapChat'ê jî biryar da ku hemî rûpelên serokomarê Amerîkayê yê berê asteng bikin.

 

 

Serepeyv