Îlon 02, 2022 14:12 Asia/Tehran
  • Lavrov: Em ê hêza xwe ya leşkerî di hêla têkiliya bi NATOyê ra xurttir dikin

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê qala bihêzkirina baregehên û xetên leşkerî yên vî welatî li bakûrê rojava bi taybet di rewşa damezirandina baregehên NATOyê li Swêd û Fenlandê da kir.

Fenland welatekî ewropî ye ku hevdeng digel welatên rojavayî ji destpêka şerê Ukrayn û Rûsiyê, asimanê xwe li ser balefirên rûsî girêda û boykotên cûr bi cûr li ser vî welatî sepandin. Fenland her wiha bi behaneya şerê Ukraynê, daxwaza endamtiya li NATOyê kiriye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sêrgêy Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got, Eger baregeh li kewşena Fenland û Swêdê bên bicihkirin, an em baştir bibêjin, eger amerîkî biryar bidin ku van baregehan bo wan ava bikin, Rûsiye jî dê biryara bihêzkirina şiyanên xwe yên leşkerî li bakûrê rojavayê welêt bike.

Lavrov her wiha got: Bi her awayî, hêla têkiliya bi NATOyê ra dê were bihêzkirin.

Jens Stoltenberg, Sekreterê gişt ê NATOyê vê dawiyê di serdana xwe ya bo Kanadayê îdia kir, "Girîngiya Cemsera Bakûr ji bo NATO û Kanadayê zêde dibe, ji ber ku em dibînin ku Rûsiye hebûna xwe ya leşkerî bihêztir û berbiçavtir dike."

 

Serepeyv