Tebax 26, 2022 12:13 Asia/Tehran
  • Ji ber şerê Rûsya û Ukraynê nêzikî 1000 zarok bûne qurbanî

Seroka Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russellê ragihand ku heta niha li Ukraynê di şerê di navbera Rûsya û Ukraynê de 972 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne.

Dîrektora Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Catherine Russellê derbarê zarokên di êrişên ji 24’ê Sibatê ve Rûsyayê li ser Ukraynê dane destpêkirin de, mirine daxuyanî da.

Russellê bal kişande li ser pêdiviya lezgîn a aştiyê û diyar kir ku di şerê ku nêzî 6 meh in dewam dike de 972 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne û got: “Weke hemû şeran, biryarên neberaqil ên mezinan careke din zarokan dixe bin metirsiyeke mezin. Di vê pêvajoyê de herî kêm 972 zarok hatine kuştin an jî birîndar bûne. Ev tê wê wateyê ku rojane zêdetirî 5 zarok di encama tundkariya şer de têne kuştin an birîndar kirin.”

UNICEF'yê ragihand ku ji her 10 dibistanên li Ukraynê yekê zerer dîtiye.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihandibû ku heta 21’ê Tebaxê di şerê Rûsya û Ukraynê de 5 hezar û 587 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û 7 hezar û 890 sivîl jî birîndar bûne.

Serepeyv