Tebax 23, 2022 11:34 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên şewatên li Cezayîrê derket 43 kesan

Polîsê El-Cezayîrê ragihand ku hejmara kesên di şewatên li vî welatî de jiyana xwe ji dest dane derket 43 kesan.

Li gor nûçeya Swahîlî ya derveyî sînoran a  IRIBê, Polîsê Cezayîrê ragihand ku di dawiya hefteyê de zêdetirî 30 agirpêketin hatine vemirandin, lê hîn hinek dever di nav agir de dişewitin û dibe ku ji ber viya hîn hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Li gorî polîsê Cezayîrê, heta niha 13 gumanbarên ku muhtemel e destê wan di nav van şewatan de hebe, hatine girtin.

Li gorî rayedarên herêmî, zêdetirî 1000 malbat li herêmên ku zirar dîtine, di nav de li herêma El-Taref a li nêzî sînorê Tûnisê, hatine rizgarkirin.

Sala borî ji ber şewata daristanan li herêma eşîretên bakurê vî welatî herî kêm 65 kes mirin.

Serepeyv