Tebax 22, 2022 19:40 Asia/Tehran
  • Bihayê gaz û elektrîkê li Ewropayê rekor derbas kir

Îro li welatên ewropî û bi ragihandina qutkirina dubare ya gaza Rûsiyê di rojên bê da, bihayê gaz û elektrîkê li Ewropayê rekor derbas kir.

Bihayê gazê li Ewropayê bi zêdebûna zêde ji sedî 15, gihîşte 3 hezar dolarî ji bo her hezar mitrên kup.

Kompaniya rûsî ya Gazprom'ê ragihandiye ku ji bo tamîrkirina tenha yekîneya komprêsora çalak ji 31ê Tebaxê va bi qasî 3 rojan şandina gazê bo Ewwropayê ji boriya Nord Stream'ê radiwestîne.

Boykotên Ewropayê li dijî Rûsiyê piştî şerê Ukraynê bûye sebeb ku Mosko hin sînordariyan dayne ser rêya şandina gazê bo Ewropayê. Ji ber van sînordariyan gaz li Ewropayê kêm bûye.

 

Serepeyv