Li Meydan Werdek a Efxanîstanê lehî rabû
Li eyaleta Meydan Werdek a Efxanîstanê ji ber lehiyê bi dehan xanî û gelek pirên vê deverê hilweşiyan.
Çavkaniyên xwecihî li Meydana Werdekê îro Şemiyê ragihandin ku şeva borî bi sedema barîna barana zêde û lehiyê li navend û şaristanên Çek û Seyid Abadê yên vê parêzgehê bi dehan malên niştecihan bi temamî wêran bûne.
Di heman demê de, dezgeha kontrolkirina karesatên xwezayî ya hikûmeta Talîbanê li Meydan Werdekê ragihand, ku van lehiyan bi dehan kîlometre rê û 12 qatên piran wêran kirine.
Di heman demê de wezareta meteorolojiya Efxanistanê derbarê berdewamiya lehiyan li 26 parêzgehên vî welatî hişyarî da.
Ji ber lehiya ku di çend rojên dawî de li 10 parêzgehên Efxanîstanê rabû, zêdeyî 80 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 150 kes jî birîndar bûn.
Li parêzgehên Kunar, Laghman, Nengerhar û Perwanê jî 800 xanî hilweşiyan.