Li rojavayê Çînê ji ber lehiyê 52 kes mirin û windabûn
Tebax 18, 2022 21:19 Asia/Tehran
Li eyaleta Çînghay ya rojavayê Çînê lehî rabû û 16 kes mirin û 36 kes jî winda bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, ji nişka ve rabûna bahozê û barîna tund bû sedema şimitîna axê û derketina avê ji çemekê ku ji ber vê yekê ziyan gihêşte pitir ji 6000 kes û zêdetir ji 1500 xaniyan.
Karbidestên hawarçûnê yên Çînî bûyer wek karesatek "lehiya çiyayî" li wîlayeta Datongê binav kirin.
Çîn di vê havînê de li deverên curbicur ên welêt rûbirûyê lehî û germahiya zêde û felaketên hişkesalî bûye.
Medya dewletêya Çînê vê germahî û hişkesaliyê wekî ya herî xirab ji 60 salên berê heya niha dizanin.