Tebax 18, 2022 10:31 Asia/Tehran
  • Li rojhilatê Cezayîrê agirpêketin bû sedema mirina 25 kesan

Medyaya El-Cezayîrê şeva borî (Çarşem) ragihand ku bi kêmî ve 25 kes ji ber şewatên mezin li rojhilatê welat jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rapora IRNA`yê, medyaya Cezayîrê ragihand ku ev kes li parêzgeha El Tarefê li rojhilata Cezayirê di encama agirpêketinên mezin de hatine kuştin.

di vê navberê de; Ofîsa Serokomariya Cezayîrê ragihand ku ji bo dermankirina mexdûr û birîndarên ku ji ber şewata li herêmên cuda yên Cezayîrê derketine dê hemû îmkanan bikar bînin.

Di van şewatên mezin de heta niha ti agahî li ser hejmara birîndaran nehatine.

Di sala 2020an de li vî welatî ji ber şewatên mezin 28 jê leşker 69 kes mirin.

Cezayîr ku welatê herî mezin ê Afrîqayê ye, 4,1 mîlyon hektar daristan heye ku her sal tûşî agirpêketinê dibe.

Di sala 2020’an de li Cezayîrê 44 hezar hektar mêrgên daristanê agir pê ketin.

Serepeyv