Bolton: Derewên Trump bêhêvîbûna wî nîşan dide
Şêwirmendê berê yê ewlekariya netewî ya Amerîkayê; Wî derewên Trump nîşana asta bêhêvîtiya wî ya rastîn bi nav kir.
Piştî serdagirtina roja Duşema borî ya li ser mala Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump, FBI belgeyên dadgehê belav kirin ku nîşan didin ev operasyon beşek ji vekolînekê ye li ser binpêkirina muhtemel a sê qanûnên têkildarî şêwaza nêzîkbûn û birêvebirina belgeyên hikûmetê ji hêla Trump ve.
John Bolton, rawêjkarê berê yê asayîşa niştimanî ya Amerîkayê di hevpeyvînekê de ligel New York Times got: Berevaniya Trump piştî ku FBI belgeyên nepenî li mala wî dîtin, asta bêhêvîtiya Trump a rastîn nîşan dide.
Bolton di dewama gotinên xwe de red kir ku ti pêwendiya wî di hilgirtina belgeyên nepenî de li mala Trump tineye û got ku ew qet ji çîrokên bi vî rengî agahdar nîne.
Li gorî belgeyên dadgehê ku roja Îniyê hatin weşandin, FBI 11 sindoqên ku tê de belgeyên nepenî û veşartî hene, dîtin ku Trump di dawiya serokatiya xwe de ew ji Qesra Spî derxistibûn. Hin jî li ser hin sindoqên hanê mohra bitûm nepenî û veşartî hatiye nîşankirin.
Ev di demekê de ye ku Trump bi redkirina hemû tawnbarî û kiryarên xwe yên xelet, gotiye dema ku li Koşka Spî bûy, wî ev belge ji nepenîtiyê derxistine.
Pisporên hiqûqî yên Amerîkî jî di wê baweriyê de ne ku dibe Trump bi tawanên têkildarî lêpirsîna komîteyê ya derbarê êrîşa 6ê Çile ya li ser avahiya Capitolê re jî rû bi rû bimîne.
Tawanbarkirina serokê berê yê Amerîkayê, di rewşekê de ye ku wî di peyamekê de îdia kir; Pasaporta wî di dema serdagirtina polîsên federal de li vilaya wî ya li Mar la Lago ya eyaleyta Florida hate desteser kirin.
wekî Trump dibêje; Ger rewşa vî welatî piştî lêgerîna FBI ya li mala wî aram nebe, dê tiştên tirsnak biqewimin.