Teqîneke mezin li paytexta Ermenistanê qewimî
Ji ber çend teqînên mezin li Yêrîvana paytexta Ermenistanê, hejmareke welatiyên vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan, çend saet berê teqîneke mezin li navendeke kirrînê li Yêrîvana paytexta Ermenistanê qewimî û medyayan daye zanîn ku ev teqîn li navenda ticarî ya Sormaliyê li Yêrîvanê pêk hatiye.
Berdevkê Wezareta Rewşa Awarte ya Ermenistanê jî di vî warî da ragihand ku çend teqînên din jî li derdora vê navenda kirrînê qewimîne.
Çavkaniyên nûçeyan dibêjin heta niha kesekî ji ber vê teqînê canê xwe ji dest daye û bîst kes jî birîndar bûne û dibe ku hejmara goriyan zêdetir jî bibe.
Ermenistan ji bo nakokiyên sînorî digel Komara Azerbaycanê tûşî qeyrana siyasî ya giran bûye.
Şehedên bûyerê ragihandiye ku çend kes di bin kavilan da mane.