Tebax 14, 2022 07:40 Asia/Tehran
  • Neteweyên Yekbûyî: Di nîveka yekem a 2022an de 1200 koçber xeniqîne

Komîsyona Bilind a Karûbarên Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî diyarkir tenê di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de 1200 koçber di rêyên deryayî de xeniqîne yan jî wenda bûne. Hat gotin heta niha jî çarenûsa gelek ji wan nayê zanîn.

Komîsyona Bilind a Karûbarên Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand, tenê di şeş mehên destpêkê yên îsal de 1200 koçber ku xwestine ji welatê xwe koçberî welatekî din bibin, di rêyên deryayî de xeniqîne yan jî wenda bûne. NY’yê diyar kir heta niha jî çarenûsa beşek ji wan koçberan nayê zanîn.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin bûyera herî dawî di 10’ê Tebaxê de li giraveke Yunanîstanê rû da ku qayîka ku 80 koçber têde bûn, binav bû.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî di sala 2021’an de zêdetirî 3 hezar kesên dixwestin koçberî welatên Ewropayê bibin, di rê de jiyana xwe ji dest daye.

Serepeyv