Tebax 13, 2022 17:21 Asia/Tehran
  • FBI li mala Trump dest danî ser

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ragihand, “belgenamên hestyar” di mala Serokomarê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatine dîtin û dest bi ser wan de hatiye girtin.

FBI Donald Trump bi binpêkirina qanûna rûbirûbûna sîxûriyê tohmetbar dike û dibêje, belgenamên berevaniyê yên hestyar di mala wî de hatine dîtin.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) eşkere kir, li mala Trump dest danîne ser 33 sindoqan, ku belgenamên gelek nepenî tê de bûn.

Çend roj berê polîsên FBI çûbûn mala Donald Trump a li eyaleta Florida û Trump gotibû, êrîş bi ser mala wî de hatiye kirin û hatiye dorpêçkirin û ji aliyê endamên FBI ve hatiye dagirkirin.

Serepeyv