Tebax 13, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Di encama gullereşandina li Montenegro de 12 kuştî û 6 birîndar

Medyaya xwecihî ya Montenegroyê şeva Înê ragihand ku di encama gullereşandineke bi kom li vî welatê rojhilatê Ewropayê de 12 kes ji wan kesên ku gulle lêketine hatine kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî rapora îniyê bi şev a IRNA`yê, polîsê bajarê Sîtîncê li rojavaya Montenegroyê nexwest vê bûyerê bi hûrgilî zelal bike.

Li gor nûçeyên medyayê, kesekî xelkê Sîtîncê ji ber gengeşiyeke malbatî dest bi gullereşandina ber bi xelkê taxa xwe kiriye û di encamê de 11 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, êrîşkar jî bi destê polîsan ve hatiye kuştin û di nav birîndaran de polîsek jî heye.

Montenegro li başûrê rojhilatê Ewropayê ye û bi Albanya, Bosna, Sirbîstan, Kosova û Kroatya re hevsînor e.

Serepeyv