Tebax 11, 2022 20:29 Asia/Tehran
  • Li herêma Keşmîrê ya di bin kontrola Hindistanê de 3 leşkerên vî welatî di êrîşeke xwekujî de hatin kuştin

Di êrîşeke xwekujî ya li dijî kampeke leşkerî ya li Keşmîra di bin kontrola Hindistanê de 3 leşkerên Hindistanê hatin kuştin.

Herêma Keşmîrê ya nakokî li ser ji dema serxwebûna Hindistan û Pakistanê di sala 1947an vir ve di navbera du welatan de hatiye parvekirin. Her du welat jî daxwaza serweriya tam li ser vê herêmê dikin.

Ev sê deh-salî in ku komên çekdar li vê herêmê bi artêşa Hindistanê re şer dikin û daxwaza serxwebûna Keşmîrê an jî yekgirtina wê bi Pakistanê re dikin, lê hikûmeta Hindistanê li dijî pêkanîna wê ye.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê ya ji Delhiya Nû, di vê êrîşa ku li navça Racûrî ya li Jammu û Keşmîrê hat kirin de 2 leşkerên din ên Hindistanê jî birîndar bûn.

Di vê êrîşê û pevçûnan de 2 êrîşkar jî hatin kuştin.

Di vê navberê de, beriya niha 4 ciwanên Keşmîrî di operasyona hêzên leşkerî yên Hindistanê de li herêma Keşmîr a di bin kontrola Hindistanê de hatibûn kuştin.

Serepeyv