Tebax 09, 2022 14:10 Asia/Tehran
  •  FBI'yê bi ser mala Trump a li Floridayê de girt

Buroya Lêkolînê ya Federal (FBI) bi ser mala serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump a li Floridayê de girt û tê de lêgerîn kir.

Buroya Lêpirsînê ya Federal FBI li havîngeha Mar-a-Lago ya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump lêgerîn kir.

Trump lêgerîna ji aliyê FBIyê ve piştrast kir û bi vî rengî bertek nîşan da “Mala min a bedew a li Palm Beach, Florida, Mar-A-Lago, niha ji aliyê komek mezin a ajanên FBI'yê ve hatiye dagirkirin û dorpêçkirin. Berê tiştekî wiha nehatiye serê serokekî Amerîkayê.”

CNN'yê ragihandiye ku Trump di dema serdegirtina FBI'yê de li Trump Tower a New Yorkê bûye.

“Ev serdegirtin ne pêwîst û guncaw e”

Trump îdia dike ku ajanên FBI'yê li mala wî kaseyek şikandine û wiha berdewam kir “Ev serdegirtina neragihandî li ser mala min piştî kar û hevkariya bi dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê re ne pêwîst û ne guncaw e.”

Associated Press, li ser zarê kesên ku di derbarê mijarê de haydar in, diyar kir ku lêpirsîna FBI'yê bi vekolînekê ve girêdayî ye ka gelo Trump di dema wezîfeya xwe ya li Qesra Spî de tomarên nepenî ji mala xwe ya Floridayê derxistine an na.

Hat ragihandin ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê li ser hebûna tomarên nepenî yên ku di 15 qutî belgeyên ku ji aliyê Rêvebiriya Arşîv û Tomarên Neteweyî ve di destpêka vê salê de ji Mar-A-Lagoyê hatine derxistin vekolîn dike.

Serepeyv