Tebax 03, 2022 22:16 Asia/Tehran
  • Peskov: Rûsya amade ye pirsgirêka Ukraynayê bi rêya dîplomasiyê çareser bike

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê ragihand ku welatê wan amade ye pirsgirêka Ukraynayê bi rêya dîplomasiyê çareser bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Dîmîtrî Peskov, berdevkê serokomariya Rûsiyê, roja çarşemê li civîna çapemeniyê li Kremlînê diyar kir ku ev welat amade ye pirsgirêka Ukraynayê bi riya dîplomasiyê çareser bike û got: Helwesta Rûsiyê bi temamî ji Ukraynayê re eşkera û zelal e.

Roja Duşemê, Dmitri Peskov, di bersiva tohmetên Ewropayê yên li dijî Rûsyayê derbarê kêmkirina hinardekirina gaza vî welatî bo parzemîna kesk bi rêya boriya gazê ya Nord Stream, ragihand ku ev pirsgirêk ji ber cezayên dijî Rûsyayê yên welatên rojavayê derketine û Şîrketa Gazpromê jî nekarî tiştekî bike.

Berdevkê Kremlînê derbarê boriyên gazê yên Nord Stream ji Rûsyayê bo Ewropayê jî got: "Şîrketa Siemens ji bo çareserkirina pirsgirêka turbinên têkçûyî yên li Nord Stream lezê nake. Bi destpêkirina xeta gazê ya Nord Stream 2 dê Rûsya 27 milyar metrekup gazê bişîne Ewropayê."

Serepeyv