Biden mirina rêberê El Qaîdeyê piştrast kir
Serokomarê Amerîka Joe Biden kuştina Eymen El Zewahirî, rêberê rêxistina terorîst a El-Qaîde, êvara Duşemê li gorî dema herêmî di êrîşa dronekê de li ser Kabulê piştrast kir.
Li gorî rapora IRNA`yê; Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ku ji ber dubare vegirtina nexweşiya Covid-19 di qarantînayê de ye, di axaftineke xwe ya ji Qesra Spî de got: Eymen El Zewahirî, serokê koma El-Qaîde ku gelek Amerîkî di êrişên curbicur de kuştine, me ew li Efxanistanê kuşt.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku El Zewahirî di plansaziya êrîşa 11ê Îlona 2001ê de rola xwe hebû û got: Bi dehan salan ew plansazê êrîşên li ser Amerîkiyan bû.
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku civaka îstixbaratî ya Amerîkayê di destpêka vê salê de El Zewahirî yê ku ji bo navenda bajarê Kabulê yê Efxanistanê hatibû veguhestin, nasîbû.
Biden amaje bi wê yekê kir ku wî destur daye êrişa teqez ji bo jinavbirina El-Zewahirî, di vî halî de Biden îdia kir ku ti kes ji endamên malbata Zewahirî û sivîlan zirar nedîtiye.
Serokomarê Amerîkayê ku du deh sal bûn welatê wî bi hinceta şerê li dijî komên terorîstî, Efxanistanê bi tundî û xwînrijandinê dagîr kiribû û di dawiyê de ev welat di rewşeke pir kaotîk û aloz de hişt, îdia kir: Em tu carî rê nadin ku Efxanistan bibe sitargeh û penageheke terorîstan.
Beriya axaftina Biden, Reutersê ragihandibû ku karbidestekî payebilind ê Amerîkî gotiye, Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) bi firokeyeke bêfirokevan êrişî armanceke girîng a El Qaîdê li Afganistanê kiriye. Joe Biden dê di çend saetên din de li ser vê yekê biaxive.
Eymen el-Zawahirî, serokê duyem û dawî yê şebeka el-Qaîdê ye, ku Biden piştrast kir di êrîşa dronekê de hatiye kuştin, wî di sala 2011 de şûna Usame Bin Ladin girt.