Tîrmeh 26, 2022 15:22 Asia/Tehran
  • Li Kanadayê di encama gullereşandinê de gelek kes mirin

Medyaya xwecihî ya Kanadayê ragihand ku di encama gullereşandinekê de li parêzgeha Brîtîş Kolombiyayê çend kes hatine kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Polîsê Kanadayê roja Duşemê ragihand ku piraniya qurbaniyên vê gullereşandinê kesên bê mal in û gumanbarek jî hatiye girtin.

Polîs behsa hejmara qurbaniyên vê gullereşandinê nekir.

Rêjeya sûcê li Kanada ji cîranê wê yê başûr anku Amerîkayê kêmtir e; Lê di çendîn haletên teqekirin û komkujî li vî welatî de, deshilatdaran biryar dane ku yasayên têkildarî kirîn û hilgirtina çekan tundtir bikin.

Serepeyv