Tîrmeh 26, 2022 14:05 Asia/Tehran
  • Lêborîna rêberê Katolîkên cîhanê ji gelê xwecih ên Kanadayê

Papa Fransîs di serdana xwe ya Kanadayê de, ji ber rola dêra katolîk li dibistanên ku zarokên xwecihî, lê rastî kiryarên nemirovane û destdirêjiyan dihat, lêborîn ji xelkê xwecihî yên vî welatî xwest.

Di navbera 1874 û 1996 de, zêdetirî 150,000 zarokên Aborjîn (xwecihî) yên Kanadayî ji malbatên xwe hatin veqetandin û şandin dibistanên şevînî.

Gelek ji van zarokan ji ber axaftina bi zimanên xwe yên dayîkê rastî şkence, lêdan, birçîbûn û destdirêjiya seksî hatin ku Komîsyona Rastî û Lihevanînê ya Kanadayê jê re qirkirina çandî gotiye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, Papa Francis roja duşemê li bajarê Masquasis li parêzgeha Alberta, li nêzîkî cihê ku berê du mekteb (dibistan) lê hebûn, ragihand: Ez şerm dikim û her weha bi zelal û eşkere, bi dilnizmî ji xirabî û dilreşiya gelek Xirîstiyanên li dijî gelên xwecihî yên vê deverê ez daxwaza efûyê ji van gelên xwecihî dikim.

Rêberê Katolîkên Cîhanê her wiha daxwaza lêkolîneke cidî li ser van dibistanan kir da ku alîkariya kesên mayî yên xelkê xwecihî û zarokên wan were kirin û asîmîlasyona çandî ya bi darê zorê xirabiyek şeytanî û xeletiyek bi felaket bi nav kir.

Gotinên ji bo xwecihên Kanadayê yekem lêborîna Papa Francis e li ser axa Kanadayê, û beşek ji rêwîtiya wî ye ji bo dermankirina birînên kûr ên ku piştî dîtina gorên bê nav û nîşan ên sala borî li dibistanên şevînî çêbûn.

Rêberê Katolîkên cîhanê got: Ez hatim vir, ji ber ku gava yekem a serdana min a tubeyê di nav we de ew e ku careke din lêborînê bixwazim û careke din ji we re bêjim ku ez pir xemgîn û nerahet im.

Papayê 85 salî di destpêka vê salê de di dema civîna bi komek gelên xwecihî re li Vatîkanê soz da ku wê sefera Kanadayê bike û yekem lêborîna xwe li wir anî ser zimanê xwe.

Serepeyv