Tîrmeh 23, 2022 23:51 Asia/Tehran
  • Moskow di raporekê de ji Enqerê re: Ti pêwendiya me bi êrişa bendera Odessa re nîne

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê li gor îdiaya Rûsyayê bombebarana Odessayê ji aliyê vî welatî ve red kir.

Îro çavkaniyên nûçeyan êrîşa mûşekî bo ser bendera Odessa û du binesaziyên veguhestinê yên vî bajarî ragihandin.

Fermandeyê başûrê Ukraynayê, bêyî ku behsa ziyan û zirarên vê êrîşê bike, ragihand ku du mûşek li jêrxana bendera Odessa ketine û berevaniya esmanî ya Ukraynayê jî du mûşekên din xistine xwarê.

Odessa yek ji wan sê benderan e, ku li gor rêkeftina duh bi navbeynkariya Tirkiyê û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, hinartina genim bo bazarên cîhanê ji nû ve dest pê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Halûsî Akar wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê êvariya vê şemiyê ragihand ku Moskow ji Enqerê re ragihandiye ku tu pêwendiya vî welatî bi bombebarana bajarê bendera Odessa ya Ukraynayê re nîne.

Akar her wiha got, Tirkiye ji ber bandora bombebarana bendera Odessayê ya li ser peymana hinardekirina genim bi fikar e.

Rayedarên Ukraynayê îdia dikin ku Rûsya ji êrîşa li bajarê bendera Odessa berpirsyar e. Berdevkê Wezareta Derve ya Ukraynayê, bombebarankirina Odessa bi Rûsyayê ve girê da û ew yek binpêkirina rêkeftina duh a navbera Rûsya û Ukraynayê ji bo destpêkirina hinartina genim nirxand.

Serepeyv