Tîrmeh 23, 2022 13:31 Asia/Tehran
  • Di encama şer û pevçûnên li paytexta Lîbyayê de 16 kes hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan şeva Înê ji berdewamiya şer û pevçûnên giran di navbera du grûpên çekdar li bajarê Trablusa paytexta Lîbyayê de agahî dan.

Lîbya ji şoreşa 2011 a gelên vî welatî ve, ku bû sedema rûxandina hikûmeta "Muamer Qezafî" dîktatorê mirî yê Lîbyayê, ji ber destêwerdana Amerîka û hin welatên ewropî û navçê yên wek Tirkiyê  ketiye nav tundûtûjî, alozî û nearamiyên siyasî û çekdarî. 

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, di encama şer û pevçûnên çekdarî yên li Terablusê ku şeva pêncşemê destpê bûne û heta niha jî berdewam in, herî kêm 16 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.

Ev nakokî di navbera 2 komên "Cehaz El-Rede" (Alava Bergiriyê) û "Ketîbet el-Sewar el-Terablus" (Tabûra Şoreşger a Terablusê) de ku komên girêdayî desthilatdariya Lîbyayê ne, derketiye.

Di mehên dawî de, ev welat bûye şahidê pevçûneke çekdarî di navbera komên ku piştgirî didin Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe û emekdarên Fethî Başagha, serokwezîrê ku ji hêla parlemanê ve ji bo avakirina kabîneyê hatî destnîşan kirin.

Di dema ku "Fathi Paşagha" di 10ê Sibata 2022an de ji aliyê piraniya endamên parlemana Lîbyayê ve wek serokwezîrê nû û cîgirê "Ebdulhemîd El-Debîbe" hate hilbijartin, el-Debibe qebûl nekir ku desthilatê radestî hikûmeta nû bike û ragihand ku ew ê tenê desthilatê radestî wê hikûmetê bike ku serokwezîrê wê bi piraniya dengên gel were hilbijartin.

Civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî di wê baweriyê de ne ku tekane çareseriya krîza Lîbyayê lidarxistina hilbijartinên parlemanî û serokomariyê li vî welatî ye.

Serepeyv