Rûsya û Ukraynayê rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin
Duh înê ji dema destpêkirina şer ve cara yekem di merasîmekê de rayedarên Rûsî û Ukraynî rêkeftina hinardekirina genim îmze kirin.
Bi amadebûna Serokomarê Tirkiyê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, rayedarên Rûsî û Ukraynî, duh înê li Stenbolê di merasîmekê de rêkeftina navbera Rûsya û Ukraynayê ya li ser destpêkirina hinardeya genim bo cîhanê hat îmzekirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di çarçoveya vê mijarê de ragihand: “Bêyî vê rêkeftinê, em nikarin seqamgîriya xurekê biparêzin, loma divê ev rêkeftin were cîbicîkirin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî derbarê rêkeftinê de got: “Ji bo vê rêkeftinê em gelek xebitîn. Di van rojan de dê hinardeya genim dest pê bike.”
Erdogan diyar kir: “Em hinardeya genim ji Stenbolê bigihînin cîhanê.”
Herwiha wî got: “Ji bo çaresekirina kêşeyên navbera Rûsya û Ukraynayê planên me hene.”