Tîrmeh 18, 2022 17:13 Asia/Tehran
  • Pêskov: Îran û Rûsiye yê ticareta bi dolar wêda bidin

Berdevkê Qesra Serokomartîya Rûsyayê got ku ev welata û Îran yê berebere ticareta bi dolarê wêda bidin.

Dmîtrî Pêskov Berdevkê Qesra Serokomartîya Rûsyayê îro derbara seredana Vladmîr Pûtîn Serokomarê vî welatî bo Îranê da ragihand ku her du welatan şîyaneke di asta bilind da ji bo hevkarîya di çarçêva kêmkirina bandorên boykotên welatên rojavayî ser wan da sepandine, hene.

Pêskov herwiha got: Demajoya çareserkirina qeyrana Sûrîyê, esasa seredana Pûtîn a Têhranê di çarçova muzakireyên sêalî (Îran, Tirkîye û Rûsiye) da ye.

Berdevkê Qesra Serokomartîya Rûsyayê dîyar kir ku hema di 4 mehên destpêka sala 2022yê da, asta ticareta vî welatî û Îranê sedî 31 jorda çûye, ev yeka demajoyeke erênî wesif kir.

Jordaçûn û daketina bihaya dolara Amerîkayê di van salên dawîyê da û herwiha bisînorkirina bidestxistina vî diravî ji hêla Waşîngtonê va ji bo welatê din bûne sebeb ku welatên cîhanê tûşî pirsgirêkên aborî bibin.

 

Serepeyv