Tony Blair: Hejemoniya welatên rojavayî nêzik e ku bi dawî were
Serokwezîrê berê yê Inglîzê tevî amajeya bi vêya ku cîhan di bereberê guerînên jeopolîtîk ên navneteweyî ye, got: Serdema hejemoniya siyasî û aborî ya welatên rojavayî gihîştiye dawiya xwe û cîhan ber bi çendcemserîbûnê va diçe.
Tony Blairdi axaftina xwe li sempoziyoma Binyata Inglîzî-Amerîkî ya Ditchley'yê da got: Guherînên herî mezin ên jeopolîtîk di vê sedssalê da ji aliyê Çînê va pêk tên, ne ji aliyê Rûsiyê va.
Tony Blair her wiha got: Em nêzikî dawiya hejemoniya welatên rojavayî di warê siyaset û aboriyê da ne û cîhan herî kêm du cemserî an çendcemserî dibe.
Belerî her wiha got: Bo cara yekem di dîroka hevçerx da, rojhilat dikare beranberî rojava be.
Wî her wiha got: Çîn zilhêzê duyem ê cîhanê ye û potensiyela wê ya aborî û asta beşdariya wê di aboriya cîhanê da zêdetir ji Rûsiyê ye. Çînê di gelek warên teknolojiyê da xwe gihandiye Amerîkyê û hinek ji wan gefek li dijî Amerîkayê ne.