Rikeberîya berbijarên serokwezîrtîya Ingilîsê; Xizînedarê Canson hela jî li pêş e
Rikeberîya berbijarên serokwezîrtîya Ingilîsê didome û Rîşî Sunak Wezîrê Xizînedarîya vî welatî di dengwergirtina hundurê partîyê da hela jî li pêş e.
Di dewra duyê ya dengwergirtina jibo 6 berbijarên mayî yên posta serokwezîrtîya Ingilîsê da, Rîşî Sunak bi 101 dengên Partîya Muhafizekar hela jî li pêş e û Mordant bi 83 dengan di rêza duyê û Tras bi 64 dengan di rêza sêyê da ye.
Piştî ku Borîs Canson Serokwezîrê berê têkilidarî dosîya nasyar bi Partî Gêytê ji posta xwe wêda çû, ligorî kevneşopîya sîyasî li Ingilîsê divê destpkê Partîya Muhafizekar wek partîya desthilatdar a vî welatî serokekî nû ji xwe ra hilbijêre û serokê nû jî yê wek berbijarê serokwezîrtîyê here parlimanê.
Rikeberîya jibo posta serokwezîrtîya Ingilîsê bi 8 berbijaran destpê bû û ew rikeberîya bi dengwergirtina di nava partîya Muhafizekar da yê bidome heta dema ku 2 berbijar bimînin.
Xemsarîya Canson himberî koronayê di asta herîbilind a berbelavbûna wê û dûhatên wê da bû sebeb ku ew di mehên vê dawîyê da bikeve ber zexteek berfire û di dawîyê da wêda here.