Serokomarê Sirî Lankayê revî Maldîvê
Tîrmeh 13, 2022 12:11 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçeyan îro ragihandin ku Serokomarê Sirî Lankayê bi balafireke leşkerî ji vî welatî revîya.
Berbanga îro balafira ku Gotabaya Racapaksa Serokomarê Sirî Lankayê tê da bû, li Maldîvê danî. Eva di halekî da ye ku nerazîyan hela jî qesra serokomartîyê di kontrola xwe da ragirtine û çaverêyê wêdaçûna Serokomar in.
Rayedarekî balafirgeha Male paytexta Maldîvê ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê ra got ku balafireke leşkerî ya cura Antonof-32yê bi 4 lêniştîyan ji wan Serokomarê 73 salî, hevsera wî û zêrevanekî ji Kolomboyê rabû û li wê balafirgehê danî.
Bi dehan hezar welatîyên sirîlankayîyan 3 rojan berî nika êrişî qesra serokmartîyê kirin û ew xistin bin kontrola xwe û xwestin ku Serokomar û Serokwezîr wêda herin.