Tîrmeh 12, 2022 18:40 Asia/Tehran
  • Polîs pêşî li derketina Serokomarê Sirî Lankayê girt

Polîsên Dayra Koçberîyê ya Sirî Lankayê li balafirgeha Kolomboyê di çarçova serederîyeke bêrêzane da rê ber derketina Gotabaya Racapaksa Serokomarê vî welatî girt.

Racapaksa bi bikaranîna xirab a aborê hatîye tawanbarkirin. Rêberê 73 salî yê Sirî Lankayê roja Şemîyê tam berî ku bi dehan hezar nerazî bikevin cihê mayîna wî li Kolomboyê, revî û dil

hebû here Dubêyê. Racapaksa wek Serokomar ku ji parastîbûna sîyasî sûdmend e, dihat texmînkirin ku berî wêdaçûnê dil heye here derveyî welêt ta ku pêşîya ihtimala desteserbûna piştî wêdaçûnê, bigire.

Gotabaya Racapaksa Serokomarê Sirî Lankayê di halekî da ku dil hebû beşa taybet a balafirgeha Kolomboyê ji bo derketinê bi kar bîne, polîsan pêşîya wî girt.

Racapaksa ku hîn ji cîgeha xwe wêda neçûye, soz dabû amade ye ku sibê bi awayekî aştîyane desthilatê radest bike.

Diqewime ew vê derfetê ji bo peydakirina sitargehekê li derveyî welêt bi kar bîne.

Serokomarê Sirî Lankayê li balafirgehê çenteyeke tijî belge û 49 hezar Euro dirav dêstî da bû ku nika hatîye zevtkirin.

 

Serepeyv