Tîrmeh 11, 2022 17:09 Asia/Tehran
  • Li Efxanistanê bi dehan kesî ji ber Kolêre û lehiyê canê xwe ji dest da

Ji ber nexweşiya Kolêreyê û rabûna lehiyê li Efxanistanê 35 kesan canê xwe ji dest da.

Berpirsên Tenduristiyê yên parêzgeha Hilmenda Efxanistanê ragihand ku di şev û roja derbasbûyî da herî kêm sed û bîst kes li parêzgeha Hilmendê tûşî nexweşiya Kolêreyê bûn ku ji nava wan, bîst kesî li şaristana Baxiranê ya vê parêzgehê canê xwe ji dest daye.

Beriya vêya jî hin rapor derbarê tûşbûna bi sedan kesî li parêzgeha Zabolê bi nexweşiya Kolêreyê hatibûn weşandin.

Her wiha ji ber rabûna lehiyê li du parêzgehên Xeznî û Nûristana 15 kesan canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên xwecihî hejmara goriyên lehiyê li şaristana Wamaya Nûristanê neh kes dan zanîn.

Berdevkê Wezareta têkoşîna dijî bûyeran a Talibanê jî gotiye ku ji ber rabûna lehiyê li navenda parêzgeha Xezniyê, şeş kesî canê xwe ji dest daye.

Di vê bûyerê da herî kêm hezar û sêsed mal tûşî ziyanê bûne.

 

 

Serepeyv