Tîrmeh 10, 2022 13:17 Asia/Tehran
  •  Serokomar û Serokwezîrê Srî Lankayê istîfa kir

Serokomarê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa û Serokwezîr Ranil Wickremesinghe ji dest ji kar berdan.

Srî Lanka bi mehan ji ber kêmbûna xurek û sotemeniyê, qutkirina elektrîkê û lezbûna enflasyonê dinale, xelkê wî welatî jî dest bi xwepêşandanan kirine.

Srîlankayê di sala 1948an de serxwebûna xwe bi dest xist û ji wê demê de jî rewş her ne baş e.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji 22 milyon nîştecihên wî welatî 6 milyon kes rûbirûyê kêşeya xorakê bûne.

Di çend rojên borî de 11 kesan di dora benzînê de canê xwe ji dest da û pêleke koçê bo derve dest pê kiribû.

Tê gotin serokomarê vî welatî piştî revîna ji cihê mayîna xwe bo keştiyeke hêza deryayî ku ber bi avên başûrê Srî Lankayê ve diçûye, hatiye veguhestin.

Serepeyv