Tîrmeh 09, 2022 18:43 Asia/Tehran
  • Yûnan: Tecrîda li ser Tirkiyê ser xêra Atênê nîne

Serokwezîrê Yûnanê roja Şemiyê di gotûbêja bi medyayeke brîtanyayî da got: Hebûna Tirkiyeyeke tam di tecrîdê da li ser xêra Yûnanê nîne.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kyriakos Mitsotakis serokwezîrê Yûnanê di hevpeyvîna di gel kanala Sky Newsê, tevî redkirina hewildana ji bo leşkerîkirina giravên rojhilatê Deryaya Egeyê, got: Li ser xêra Yûnanê nîne ku Tirkiyeyeke tam di tecrîdê da hebe.

Serokwezîrê Yûnanê di dewama vê hevpeyvînê da bal kişande ser hevdîtina destpêka îsal di gel Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê li Stenbolê û îdiaya binpêkirina sozan ji aliyê wî û got: Erdoxan gotiye ku ne firînên asimanî li ser giravên yûnanî û ne jî hegerên leşkerîkirina giravên Yûnanê yên rojhilatê Deryaya Egeyê napejirîne.

Yûnan û Tirkiye ev çend dehsal in ku li ser mafên Deryaya Egeyê û rojhilatê Deryaya Sipî bi hev ra nakok in.

 

 

Serepeyv