Tîrmeh 07, 2022 16:52 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Inglîzê, Boris Johnson istîfa kir

Serokwezîrê Inglîzê, Boris Johnson piştî çend istîfayên di kabîneya xwe da, bi xwe jî istîfa kir.

Serokwezîrê Inglîzê, Boris Johnson serê axir piştî istîfaya 50m kes ji wezîr û alîkarên wezîrên kabîneya xwe, neçar bû ku istîfaya xwe ragihîne.

Boris Johnson di press konferansekê da got ku niha ji bo wî diyar bûye ku endamên Partiya parêzkar û nûnerên vê partiyê li dû rêberekî nû û serokwezîrekî nû ne.

Serokwezîrê Inglîzê tekez kir, wî biryar daye ji cîgeha xwe istîfa bike; Lê ew ê heta tayînkirina dewsgirê xwe, erkên xwe bidomîne.

Boris Johnson di beşeke axaftina xwe da xitabî alîgirên partiya parêzkar û gelê Inglîzê got: Ez dixwazim hûn vêya bizanin, ez ji vêya ku baştirîn karê cîhanêî ji dest didim, nerihet im.

 

Serepeyv