Tîrmeh 06, 2022 10:03 Asia/Tehran
  • Du wezîrên hikûmeta Brîtanyayê dest ji kar berdan

Medyayê Brîtanayê ragihand ku du wezîrên hikûmeta Brîtanyayê duh sêşemê ji bo ku bertekên xwe li dijî Serokwezîrê vê welatî Boris Johnson nîşan bidin, îstîfaya xwe ragihandin.

Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid di Twitterê dan zanîn ku wan dest ji kar berdane.

Alîkarê serokê Partîya Konservatîf Chris Pincher, ku li parlemanê rêvebirê komê bû, piştî nûçeyên di rojnama The Sun de, ku ser destdirêjîya seksî li du jinên mêvan bûn, destjikarberdana xwe ragihandibû.

Johnson, bi erkdarkirina Pincher tê tawanbarkirin ku hin karbidestên Brîtanî dibêjin wî hay ji wan îdîayan hebûye.

Ofîsa Serokwezîriyê diyar kiriye  ku haya wan ji îdîayên ser tacîzê tuneye.

Serokwezîrê Brîtanya Johnson duh da zanîn ku sê salên berê tawanbarkirineke wisa gêhiştiye ber destê wî.

Johnson diyar kir ku ew ser biryara erkdarkirina Pincher pir poşman bûye, lê wezîran îstîfaya xwe ragihandin.

Hikûmeta Boris Johnson di mehên dawî de bi gelek rûreşî û serşûriyan re rû bi rû maye.

Serepeyv