Tîrmeh 06, 2022 09:22 Asia/Tehran
  • Li Fransayê 200 hezar kes di rojekê de bi Koronayê dikevin

Wezîrê Tendirustî yê Fransayê François Braun(Fransowa Bron) ragihandiye, di nava 24 saetan de hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) digihîje 200 hezar kesan.

Ajansa AFP ragihand, Wezîrê Tendirustî yê Fransayê François Braun di civîna komeleya niştimanî ya welatê xwe de diyar kiriye, dibe ku heta vê êvarê hejmara pêketiyên Koronayê bigihîje 200 hezar kesan.

François Braun duh eşkere kiriye, pêla heftem a Koronayê li Fransayê dest pê kiriye, rojane 120 hezar kes li Fransayê bi Koronayê dikevin, îro sêşemê 5ê Tîrmehê, rêjeya pêketiyan digihîje 200 hezar kesan.

Serepeyv