Tîrmeh 03, 2022 19:48 Asia/Tehran
  • Sergey Shoigu: Luhansk bi temamî di bin kontrola me de ye

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku xaka Luhansk bi temamî hatiye kontrolkirin.

Li gorî tora Rûsya Today, di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha hate gotin: “Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Fedrasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn agahdar kir ku komara Luhansk hate rizgarkirin.”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku hêzên wan bajarê Lysichansk ê komara Luhanskê dorpêç kir û di hundirê bajêr de şer rûdide.

Luhansk û Donetsk her kantonên li kêleka hev girêdayî Donbass in û ji Biharê ve dema ku Rûsya ji bakurê Ukrayna û Kîêvê vekişiya, Rûsyayê êrişên xwe li dijî Donbass zêdetir kirin.

Her wiha ji 2014’an de "cudaxwazên alîgirên Rûsyayê" dest danîne ser parçeyên her du kantonên rojhilat (Luhansk û Donetsk) û Moskove wan her duyan wekî komareke xwedî serwerî nas dike.

Serepeyv