Tîrmeh 03, 2022 12:40 Asia/Tehran
  • Bajarê Ûkraynayê Lysychansk ket bin kontrola Rûsyayê

Ajansa Novosti ya Rûsyayê ragihand ku kontrola bajarê girîng ê Ukraynayê Lysichansk (Lîsîçansk) ketiye bin kontrola hêzên Rûsyayê.

Li gorî nûçeya ajansa Novostî ya Rûsî, hêzên Ukraynayê dema ji bajarê Lysichanskê derketin, navendên girîng û îdarî yên bajêr wêran kirin.

Her wiha Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 5 navendên fermandariya artêşa Ukraynayê li Donbass û Mykolaiv bi çekên pir teqez wêran kirine û 3 depoyên cebilxaneyan li herêma Zaporizhia(Zaporîjiya) kirine armanc.

Duh jî Wezareta Berevaniya Rûsyayê di raporekê de ragihand, ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, 226 firokeyên Ukraynayê û hezar û 411 firokeyên bêfirokevan ên vî welatî hatine têkbirin

Di 21ê Sibatê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serxwebûna Donetsk û Lûhanskê ya li herêma Donbasê bi fermî nas kir û xemsariya Rojava ya li hemberî fikarên ewlehiyê yên Moskowê rexne kir.

Sê roj piştî wê, wî destpêkirina êrîşa leşkerî li ser Ukraynayê ragihand.

Pevçûnên li Ûkraynayê û bertekên li hemberî kiryarên Rûsyayê dewam dikin.

Serepeyv