Tîrmeh 01, 2022 11:11 Asia/Tehran
  • Yûnanê daxwaza kirrîna balefirên şêrr ên F-35ê ji Amerîkayê kir

Serokwezîrê Yûnanê di germegerma kêşeya vî welatî di gel Tirkiyê qala daxwaza Atênayê ji bo kirrîna balefirên şêrr ên F-35ê ji Amerîkayê kir.

Li gorî rapora Washington Postê, Kyriakos Mitsotakis serokwezîrê Yûnanê roja Pêncşemê di gotûbêja di gel nûçegihanan li Madrîda Spanyayê di pêvajoya civîna serokên NATOyê ragihand ku daxwaza ji bo kirrîna skadraneke balefirên şêrr ên F-35ê yên kompaniya Lockheed Martin'ê daye Amerîkayê.

Rayedarên yûnanî ragihand ku ev kirrîn pêkhatî ji 20 balefiran e.

Ev kiryar beşeke hewildanên Yûnanê ji bo xurtkirina hêza xwe ya berevaniyê di germegerma kêşeyan di gel cînarê xwe yê rojhilatî anku Tirkiyê ye.

Yûnanê beriya vêya jî 24 balefirên şêrr ên Rafael ên Fransayê û her wiha sê keştiyên şêrr ên fransî kiriye.

Yûnan û Tirkiye her du endamên NATOyê ne û li ser hin mijaran ji wan li Deryaya Egeyê û mafên keşfkirina enêrjiyê li rojhilatê Deryaya Sipî nakokiyên wan ên demdirêj hene.

 

Serepeyv