Hezîran 30, 2022 19:21 Asia/Tehran
  • Partiyên hikumetê yên Swêdê li dijî peymana NATO'yê bertek nîşan dan

Li Swêdê partiyên hevparên hikumetê nerazîbûn nîşanî wezîra karên derve ya Swêdê Ann Linde da ku ji bo rê li ber endamtiya NATO'yê veke bi dewleta Tirkiyê re peyman îmze kiriye. Ann Linde jî got "Me li ber Erdogan serî netewand."

Dewleta Tirkiyê ji destpêkê ve endamtiya Swêd û Fînlandayê ya li NATO'yê di ser Kurdan re bi kar anî û daxuyand ku dê endamtiyê erê neke.

Di civîna NATO'yê de ku 28'ê Hezîranê li paytexta Spanyayê Mardîdê dest pê kir, di navbera sekreterê giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de civîneke çaralî pêk hat û di civînê de hate gotin ku Tirkiye dê endamtiya her du welatan erê bike.

Li Swêdê partiyên hevparê hikumetê û muxalîfan nerazîbûn nîşanî peymana bi dewleta Tirkiyê re da. Wezîra karên derve ya Swêdê Ann Linde jî têkildarî peymana endametiya NATO'yê ya bi Tirkiyê re îmze kir, got: "Me li hemberî Erdogan serî netewandiye."

Ann Linde ji rojnama Swêdê Aftonbladet re axivî û got: "Heta delîlên çalakiya terorê nebin, em tu îadeyê qebûl nekin. Ji bo Kurdan tu sedem nîn e ku bifikirin mafên wan ên mirovî yan jî demokratîk li ber metirsiyê ne."

Linde ji radyoya Swêdê ya li Madrîdê re jî axivî û got: "Em ê mafên demokratîk ên mirovan neguherînin, lê ji bo krîmînalîzekirina beşên cuda yên çalakiyên terorê dê tedbîrên hişktir hebin."

Parlamentera serbixwe ya Kurd Amîne Kakabaveh û Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat jî bertek nîşan da.

Serokê Partiya Çepgir Nooshîn Dadgostar li ser Twitterê got: "Me beriya niha hişyarî dabûn ku polîtîkaya ewlekariyê ya Swêdê nekeve destê Erdoganê despot. Lê hikumetê red kir ku ev yek pêk were. Niha divê em kartên li ser maseyê bibînin. Gelo Swêd dê Tirkiyê di şerê xwe yê destdirêjiya li dijî Sûriyê de bi çek bike? Kîjan dijberên rejîmê dê bên radestkirin?"

Hevseroka Partiya Keskan Märta Stenevi jî ji Ann Linde xwest naveroka peymanê ji Komîteya Têkiliyên Derve ya meclisê re vebêje û bersivê bide pirsên li ser mijarê.

Parlamentera serbixwe ya Kurd Amîne Kakabaveh jî ev peyman wek "Di dîroka siyasî ya Swêdê de rojeke reş" bi nav kir. Kakabaveh peyman wek "polîtîkayeke xemsar ya ku aştî û demokrasiyê xurt nake" pênase kir û îhtîmala ku bawerî bi Ann Linde neyê dayîn jî zêde kir.

Serepeyv