Hezîran 30, 2022 13:29 Asia/Tehran
  • 20 koçber li beyabana Lîbyayê ji tîbûnê canê xwe ji dest dan

Piştî ku li beyabana Lîbyayê li nêzî sînorê Çadê winda bûbûn, 20 koçber ji tîbûnê canê xwe ji dest dan.

Ajokarekî kamyonekê ku di beyabanê Lîbyayê dor 320 km başûrê rojavayê Kufra û 120 km dûrî sînorê Chad re derbas dibû, termê 20 koçberan dîtin.

Rêveberê Rêveberiya Perestariyê ya Kufrayê Îbrahîm Belhesen got, ew bawer dike ku ev kes nêzîkî 14 roj berê li beyabanê canê xwe ji dest dabûn, ji ber ku pêwendiya telefonî ya ku koçberekê ji wan encam dabû di roja 13ê Hezîranê de bû.

Belhesen destnîşan kir, du Lîbyayî di nav qurbaniyan de hene û tê bawer kirin ku termên din jî yên koçberên ji Çadê ne û bi qaçaxî derbasî Lîbyayê bûbine.

Lîbya ji bo koçberên ku dixwazin bi rêyên metirsîdar ên beyaban û Deryaya Sipî xwe bigihînin Ewropayê, bûye xaleke sereke ya derketinê.

Serepeyv