Hezîran 26, 2022 15:36 Asia/Tehran
  • Pûtîn qala şandina mûşekên Skender bo Blarûsê kir

Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê roja Şemiyê di civîneke televîziyonî li bajarê Saint Petersburg'ê di gel Aleksander Lûkaşenko serokomarê Blarûsê qala radestkirina pergalên mnûşekî yên Skender-M bo vî welatî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Pûtîn got: Mosko di çend mehên bê da dê van pergalên mûşekî bide Blarûsê.

Lûkaşenko jî got ku welatê wî nîgeranê siyasetên êrîşkerane yên welatên cînar anku Lîtvaniya û Polonyayê ye.

Wî ji Pûtîn xwest ku alîkairya vî welatî li hemberî NATOyê bike û balefirên Blarûsê bi qabiliyeta navokî bi pergal bike.

Pûtîn got: Vê demê tu hewcetiyek bi kiryara beranber li hemberî NATOyê û hevpeymanên wê tuneye; Lê cetên Suxo-25 dikarin li hêza asimanî ya Blarûsê bên zêdekirin.

Pûtîn soz da ku ji bilî şandina pergalên mûşekî yên Skender-M'ê, pergaleke din a bi navê SS-26 Stunê bide ber destê Blarûsê.

 

 

Serepeyv