Hezîran 26, 2022 00:00 Asia/Tehran
  • Wezîrê berevaniyê Ukraynê: Rojava  hîn biryarek ji bo radestkirina tank û balefirên  modern bo me nedaye

Wezîrê berevaniyê Ukraynê bi gotina vêya ku Kiyêv hewildana xwe ji bo qanihkirina welatên rojavayî ji bo dabînkirina çekên modern didomîne, got: Welatên rojavayî hîn tu biryarek ji bo pergalkirina Ukraynê bi tank û balefirên modern nedaye.

Olêksî  Rozînkov, Wezîrê berevaniyê Ukraynê di hevpeyîvînekê da got: Biryarên seretayî ji bo dayîna tank û balefirên modern hatine dayîn û em hema wisa di gel şirîkên xwe li ser wê besh dikin da ku  wan qanih bikin  ku dayîna van çekan bo me  pêwîst e.

Wezîrê berevaniyê Ukraynê her wiha got:  Biryarên gelekî baş ji bo mijarên din ji wan bernameyên fêrkirinê ji bo leşkerên ukraynî hatine dayîn.

Wî her wiha got:  Şiyana leşkerî ya Ukraynê dê were xurtkirin û hêzên ukraynî dê mûşekavêjên zêdetir wergirin.

Hevddem Yêns Stûlênbêrg Sekreterê gişt ê NATOyê îro di hevpeyîvînekê da got: Rewşa Ukraynê bi îhtimaleke zêde dê bi  rêya gotûbêjê were çareserkirin.

Serepeyv