Hezîran 25, 2022 23:49 Asia/Tehran
  • Biryara Dîwana Bilind a Amerîkayê derbarê jiberbirina zarok pêleke nû ya nerazîtiyê li vî welatî bi rê xist

Biryara Dîwana Bilind a Amerîkayê derbarê kurtajê (jiberbirina zarok) hevdem di gel xebata xerab a dewleta vî welatî di warê aborî û siyaseta derveyî da, Amerîka tûşî pêleke nû ya nerazîtî û tundiyan aniye.,

Dîwana Bilind a Amerîkayê roja bihurî bi kiryareke din a kêmdîtî, qanûna pesendkirî ya sala 1973an ku mafê jinan ji bo jiberbirina zarok anku kurtajê bi fermî nas dikir, betal kir û bi vî awayî serkeftineke girîng raberî komarîxwaz û parêzkaran kir ku daxwaza qedexekirin an sînordarkirina kurtajê li Amerîkayê dikin.

Biryara Dîwana Bilind a Amerîkayê derbarê betalkirina qanûna azadiya jiberbirina zarok, gelê Amerîkayê ku li gorî raporan tûşî bihabûna kêmdîtîû û bêkarî û zêdebûna bihayê benzîn û ardûyê bûye, hêrs kir û piştî dayîna vê biryarê nerazîtî û tundî li Waşîngton û bi sedan bajarên din ên vî welatî dest pê bûn.

Ji dema desthilatdarbûna Joe Biden di Çileya 2021ê da, Amerîka tûşî nearamî û tundiyên medenî bûye.

 

Serepeyv